Institut für Kurdologie - Wien

Zargotina kurda (Benda 2)

Kurdische Oral-Literatur (Band 2)

Epen (Epos, Roman, Erzählungen)

Von Ordikhane Jalil, Jalile Jalil
Herausgeber: Institut für Kurdologie – Wien
Wien 2014. 686 S. Foto 16 S.
ISBN: 3-902185-51-1

Dieses Produkt ist derzeit ausverkauft und nicht verfügbar.

Artikelnummer: n. a. Kategorie:
  • Beschreibung
  • Zusätzliche Information
  • Beschreibung

    Zargotina kurda. Êpîka (beyt, dastan, roman) (Benda 2) / Kurdische Oral-Literatur. Epen (Epos, Roman, Erzählungen. (Band 2)

    Pêşgotin

    Ev benda zargotina kurda ya ber dest li bin hijmara 2-a, her wek benda pêşin, ser janra (malbata) zargotinêye êpîk-dastanîye. Berhemên êpîkî yên tomarkirî me para vekirine ser sê benda. Eva ji wan hersêka benda dudane.
    Paravekirin ser hersê benda tu şertên navarokîva girêdayî nîne. Berhemên, ku di benda dudada cî girtine, bi huner û nirxdarya sêwirdaryê dagirtîne her usa, çawa yên herd bendên dinê. Dastanên ku dengbêjek straye, pey hev nînin. Bi navê dengbêj nehatine ders kirin. Stranên dengbêj li benda pêşin, duda û sisyanda jî rast pê tên. Lê şaxên dastanekê, yên stranbêjên cude gotine, me gîhandine hev û bi hevra çap dikin.
    Gelek dastanên ji vê berevokê tradîsyonêlin û zûva di nava gelda naskirîne. Wek mînak: Mem û Zîn; Binefşa Narîn; Xelîl-bego; Sîyabend û Xecêzerê; Kerr û Kulik û yên mayîn. Çend şaxên ji van dastana berê me li hine belavokanda bi tîpên kîrîlî weşandine. Şaxên nû û yên berê çapkirî me gîhandine hev û bi hevra diweşînin.
    Şax ji hev cuda dibin bi hostatî û taybetmendîya bi zar hûnandina zarbêjava, bi dewlemendîya ziman, berfirebûn û bi kamilbûna navarokêva. Mînakên şaxên tomarkirî me hilnebijartine bi çêtirbûn û ne çêtirbûna wana. Şertê ber me ew bûye, ku mafê jîyana hemû mînaka heye û dibê hemû jî bêne weşandin.

    Dastan bi şaxên xweva bingehin bona zanistîyê û îşaretê didin ser belavbûna wane gêografîk li seranserî Kurdistanê. Pirbûna şaxên berhemê ber me radixin landşafta Kurdistanêye êtno-kultûrîyê ya berfire, rengîn û dewlemend. Weşandina şaxên, ku me ji zarbêjên herêmên Kurdistanêye cude-cude, ji hev dûr û belabûyî girtine, ber xwendevana xweşbînî û pirrengîya wana vedikin. Balkêşe û cîyê kêfxweşîyêye, wekî stranbêj û dengbêjên me nek tenê kurd bûne, lê usa jî bi neteweya xwe (ermenî û asûrî), ziman (zarav û devok) û ola xwe ewana ji hev cude bûne.
    Dewra zarbêjan di jîyana kurdaye herrojîda mezin bûye. Zarbêjî hêzeke giring û bingehîn bûye, wekî gelê kurd xuyatî û zimanê xwe heta îro zêndî û zengîn parastye. ...

    Zusätzliche Information

    Veröffentlichungsjahr

    2014 (Wien)

    Seitenanzahl

    686 S. Foto 16 S.

    ISBN:

    3-902185-51-1