Institut für Kurdologie - Wien

Buchladen


Şêxê Sen’anîya (Feqîyê Teyran)

Fakie Tayran. Der Scheich aus Sanana.

(In lateinischem und arabischem Alphabet)
Transkription einer Handschrift aus Syrien mit der Nazirie von Khamgin in lateinischer Schrift, mit einem Vorwort und einer deutschen Kurzfassung des Inhalts.
Herausgegeben von Jalile Jalil.
Herausgeber: Institut für Kurdologie – Wien
Wien 2003. 198 S. Format: 14,5 x 21 cm.
ISBN 3–902185–01–5

Dieses Produkt ist derzeit ausverkauft und nicht verfügbar.

Artikelnummer: n. a. Kategorie:
  • Beschreibung
  • Beschreibung

    Feqîyê Teyran. Şêxê Sen’anîya / Fakie Tayran. Der Scheich aus Sanana

    Transkriptiona destnivîsekê ji Suryayê bi nazîrîya Ġemgîn li ser tîpên latînî, bi pêşgotin û navaroka poemê ya kurt bi zimanê almanî ji bona çapê amade kirye
    C e l î l ê C e l î l

    Transkription einer Handschrift aus Syrien mit der Nazirie von Khamgin in lateinische Schrift, mit einem Vorwort und einer deutschen Kurzfassung des Inhalts herausgegeben von
    J a l i l e J a l i l

    Serekanîya edebyeta gela divê di zargotina wanda bigerin. Zargotina gelêrî (Folklor) bi dirêjaya dîrokê bûye neynika jîyan û bîrûbawarîya gel. Wî zanistî, dinênasîn û hunera zimanê kal û bava parastîye. Rojê meda jî ew xezîneyeke jîyandare. Folklor ji k’ûraya dîrokê tevî pêşwaçûna jîyana şaristanî, bûye bingeh û çavkanî ji bona qedemgirtina edebyetê. Bi heqî zana û pisporên edebyetê, wek edet destpêka wê bi zargotina kevnareva girêdidin.
    Ev yek raste, ji ber ku zimanê gelêrî, dewlemendîya fikira hunerbilind, komplêksên navarokî (têmatîk), bi sedan sala ji bona silsilên hilbestvan û çîroknivîsên dewranbirîra, wek rûbara têrav, bûne kana ruhdarbûnê, bûne kîllera bihêzkirina zimanê edebyetê. Zargotin çiqas bi hêz û xurt bûye, awqas mezin bûye bandûra wê li ser edebyetê.
    Bandûra edebyeta zar ya gelêrî , li ser edebyeta gelê kurda ya klasîk gelekî bihêz û berfire bûye. Dastan û çîrokên mêrxasî-êpîkîyê û yên lîrik-êpîkîyê bûne bingeh ji bona hûnandina poêmên „Mem û Zîn“-a Ahmedê Xanî, „Şêxê Sen‛anîya“-ya Feqîyê Teyra, „Leyl û Mecnûn“-a Haris Bitlîsî, „Ûsib û Zelxe“-ya Selîm Silêman û gelekên mayîn.
    Li dîroka edebyeta kurdî, ser pirsa peywandîya navbera folklorê û edebyetê du bizavên giring xuya dibin, yên ku berbirî hev dimeşin: Ya pêşin ewe, gava folklor berbi edebyetê tê. Yanî, folklor li ber xizmeta edebyetêye; Ya duda, gava edebyet berbi folklorê diçe. Yanî, nimûneyên edebyetê li folklorê cî digrin. Di vê pêvajoêda edebyet du bergehada jîyandare, him di bergeha nivîskîda, bi rengê destnivîsa (forma tradîsîon) û him bi devkî: gava nimûneyên edebyetê bi rengê dastana û hilbesta li nava gel bi zar tên parastin, lê belê, jîyana wana bin bandûra tradîsyonên zargotinê, gorî şertên wê têne guhastin. Vira em bizaveke şûndavegerê dibînin, gava mînakên edebyetê ji forma nivîskî vedigerin ser rewşa zargotinê. Pêşdahatina vê taybetmendîyê divê em di nava jîyana gelê kurdda bigerin, bi wan bizavên sosîal-abûrî û kultûr-îdîologîyêva girêdin, yên li dewr û zemana rêberê jîyana gelê kûrde dijwar bûne.
    Rewşenbîrya gelê kurd sedan sala di qalibekêda hatîye çarçovkirin, yak wê mecbûr kirye rengawaza xwe bin bandûra zimanê bîyanî bistîne û jîyana xwe ser rê-rişmên xerîb bimeşîne. Fikirdarîya ol-parastinê, vêra girêdayî gele nexş û nîgarên rabûn-rûniştin û kûltûra xerîb (ya bêdwînên qûmistana), bûne serpêç û mecbûr kirine, ku kurd wê ji xwera bikin kiras, ber kin û wek milk biparêzin.
    Gavên pêşin li meydana rewşanbîrîyê, li nava hemû gela, ji xwandinê û nivîsarê destpê dibin. Kurd mecbûr bûna xwandina xwe ji Qur’anê destpê bikin, bi zimanê erebî û bi herfên erebî gavên pêşin bavêjin. Bi vê taybetmendyêva perwedebûyî, ji kevnedemva edebyeta kurdîye klasik serê xwe rakirye û qedem girtye. Edebyeta kurdî, ku erebîziman nîbûye, tevli jîyana oldarîyê, bîr û bawarîya oldarîyê ya nû, (bilî çand û çivaka wê ya êtnîkî) ser bingeh û koka xwe yê berê, serbixwe, hê berî peydebûna îslamê serî rakirye û karibûye di çarçova îslametîyêda, bi rîya sûfîzmê xuyîtîya xwe biparêze.
    Sûfîzm bi xurtî nava jîyana gelên îranî, zêde-zêde di nava gelên faris û kurdda bela bûye û cî girtye. Wî bingeheke fire vekir, ji bona ku tradîsîonên kevn yên edebyetê û parastinên kevn di qalibekî nûda jîyana xwe bidomînin.

    Sûfîzm di nava edebyeta kurdîda dû çivakên bingehîda rîçalên xwe avîtye, yek di nava xelqê kurde, ku îslametî qebûl kiribû û ya dinê di nava kurdên ku îslametî qebûlnekiribûn, yan jî bin sîya îslametîyêda xuyîtîya xwe diparastin. Wek em zanin, edebyeta kurdaye klasîk li çivaka pêşin ava bûye. Sûfîzm nava çivaka duda (nava kurdên-êzdî, kekêyî, ehlî-heq), li edebyeta oldarîyê cî girtye. Eşkereye, ku kurdên-êzîdî, kekêyî û ehlî-heq xweyê çivaka taybetîne û ewana fîlosofîya ola xwe bi devkî parastîye û ji nava sedan sala anîye gîhandine dewra me. Pareke mezin ji vê çandê hê xefî maye, venebûye, lê kelepûra kurdên-êzdî, îro, bi destê rewşenbîrên êzdî, vebûye û, wek em dibînin, edebyeteke gele hêjaye. Çevlêgerîna sivik jî li ser edebyeta klasîkê kurda û edebyeta êzdîya ya oldarîyê (qewl û beyta), berhevdana wana, eşkere dike, ku ewana bi têmatîk, şêwe, ziman û têrmînologî, bi hemû awayî, bi tradîsyonên edebyeta sedsalên navîn, bi hevva girêdayî bûne û bingeha wana yek bûye.
    Praktîka meye berevkirina zargotina kurda li nava kurdên-êzdî eşkere kir, ku gele mînakên ji rêpêrtûara zanayên zargotinê, şêx û pîrên êzdîya, wek şaxên „Şêxê Sen‛anîya“, „Usib û Zelxe, „Leyl û Mecnûn“, „Zembîlfiroş“, „Beyta Hespê reş“, „Beyta xanê kurda – Dim-dim“ û yên mayîn, ji edebyeta klasîk derbazî nava êzdîxanê bûne, nava wanda bi fireyî ci girtine û jîyandar mane.
    Edebyeta bi zarparastî çend taybetmendîyên lîtêratûrî jî bi xwera anîye: bendên qewl û beyta (êzîdî jêra sebeq divêjin) sê xiştîne. Hersê rêz bi hang û bangava hevva girêdayîne. Peyvên rêza sisya, dibe bingeh ji bona avakirina benda dûhatîra, lê belê ser hangakî cude. Her usa heta dawîyê. Bi vî awayî bend-sebeq wek morîya nav torekê bi hevva girêdayî dimînin. Kûvîkirina (bîrkirina) benedekê hemû girêdan têk dide. Ji ber vê jî şêx, pîr, ya zarbêj, mecbûr bûne hemû sebeqên qewla û beyta bi hev girêdayî di bîra xweda xay bikin. Guhastina sebeqa, rêza yan jî peyva li nava qewl û beyta gunehbarî bûye. Qewl û beyt bi mêlodîya taybetî strane. Wek mera nase hilbestên klasîkên kurda, ku ji ser deftera derbazî nava gel bûne û bi zar hatine parastin, ewana jî bi piranîya xwe bi stran hatine qedandin. Strane hilbestên evîndarîyê, ser fîlosofîya sufîtîyê. Nivîsarên Melayê Cizîrî, Ahmedê Xanî, Feqîyê Teyran li gele herêma heta naka jî bi awaz, bi stran dibêjin. Distrên bi dengekî rehet, ne bi lez û bi mêlodîya sade û hêsa. ...