Institut für Kurdologie - Wien

Buchladen


Stranên kurdî

Für Instrumentalmusik-Gruppen
Jamila Jalil
Herausgegeben von Institut für Kurdologie – Wien.
Wien 2011. 116 S.
Format: 16,5 x 23,5 cm.
ISBN 3-902185-12-0

Dieses Produkt ist derzeit ausverkauft und nicht verfügbar.

Artikelnummer: n. a. Kategorie:
  • Beschreibung
  • Beschreibung

    Stranên kurdî / Für Instrumentalmusik-Gruppen

    PÊŞGOTIN

    Kûrd li Rojhilata Navîn û Nêzîk yek ji kevntirîn gelê zemîne. Dîrok û serpêhatîya wê heta roja îro bûne mijûlîya zanîyarên dinyaê. Kurdistan ser xaçerîya îranê, îraqê, Sûrîyaê û Turkîyaê, navbera van herçar welata beş-beş bûye. Ew dora 500 hezar çargoşe kîlomêtr erd digre nava xwe. Ser erdê Kurdistanê dora 40 milîyon meriv dimîne. Ewana bi çar zaravê kurdî yên mezin: kurmancî, soranî, zazakî (dimilî) û hewremanî diaxivin. Kurd bi van zarava çanda xweye gelêrî bi hezaran sala hûnandîye û meşandîye. Zargotina kurda, hunermendîya mûzîqa wê heta roja îro jî nek tenê kêf û eşqa gelê dorberê xwe anîye, lê usa jî bûye çevkanî bona sêwirandina stranê wana. Mûzîka kurdî, wek rojê buhurî, yên îro û yên bên, ber çevê meye.
    Ew şedetya wêye, wekî mûzîka bona kurda tiştekî nemire. Hergê ez bêjim, stranên kurdî pircûre û pir janre, wekî usane min kêm got. Stranên kurdî wek keskesorê ezmana çanda kurdî ya gelêrî dixemlînin. Dema stranê folklorî bal hine gela bere-bere dihele û dimire, stranên me kurda her didomin, geş dibin, xweş dibin û şewq vedidin.

    Şedetîya van gilîya ewe, wekî stranê deşta şêrda hûnandî hê-hê di şaya û şînada jî têne stranê, dil-hinavê merya tînine xar. Stran, mûzîka û awazên kurdî - dost û hevalê kurdane, ewana wek nanê biçenga şivînin.
    Sala 2000-î gava ez çûbûm Kurdistana îraqê û stranê gelêrî berev dikir, ez carekê jî hatime ser wê bawarîyê, wekî awazên kurdî, yên ji vir hezaran sala berê hatibûn
    sêwirandin, bal kurdê meye Hewremanê xweş hatine xweykirin.
    Notayên mûzîka kurdî, ku di vê pirtûkêda çapdibin, bi reng û ruhê gelê kurdava nitirandîne. Min 40 stranên kurdî bi note nivîsîne bona hine amûrên mûzîkayên cûre-cûre û dixwazim, wekî stran û awazên me bivin milkê mûzîknasê dinyaê.
    Ne axir em kurd jî pareke gelê dinyalikêne, lê heta îro çerxa Felekê ji bona me çep zivirîye.

    Cemîla Celîl