Institut für Kurdologie - Wien

Buchladen


Stran û dîlanên kurdî (Benda 1)

Kurdische Lieder und Melodien. Band 1
Jamila Jalil, Naza Jalil.
Herausgeber Instiut für Kurdologie – Wien.
Vorwort Cemîla Celîl. 157 Volkslieder mit Noten.
Wien 2001. 200 S. Format: 20 x 29 cm.
Deckel aus hartem Karton.
ISBN 3–902185–03–1

Dieses Produkt ist derzeit ausverkauft und nicht verfügbar.

Artikelnummer: n. a. Kategorie:
  • Beschreibung
  • Beschreibung

    Stran û dîlanên kurdî (Band 1) /Kurdische Lieder und Melodien (Band 1)

    PÊŞGOTIN

    Civandin û çapkirina zargotina k’urda îro bûye p’êngaveke giring di goveka pêşxistina zanistîyê li ser gelê k’urd. Li nava hemû zanistîyên cûrbicûr: dîrok, edebyet, abûrî, sosîologî, êtnologî û yên mayîn, zargotin bergeha here nazik û here kêmt’aqete, ji ber ku ew r’oj bi r’oj, gav bi gav jar û hejar dibe, hêz û karîna xwe kêm dike. Ji ber vê jî divê him hemû r’ewşanbîr û zanyarên k’urd, hemû kesên k’urdp’erwer û him bingehên p’erwerdeyî û zanistî bi zanetî bi armanca tûj, dem u herek’eta xwe dîyarî k’arê civandin, çapkirin û lêk'olîna zargotina k’urda bikin.
    Me ji xwer’a kirye axaftina herr’ojî, em hercar û hergav divên “Zargotina k’rda zengîne, xezîneke p’ir mezine, ew serbilindaya gelê k’urde”. Belê, ev gotin r’aste û bi cîye, zargotina k’urda p’ir zengîne û p’ir jî şîrine. Ew wek ç’emeke t’êrav dik’şe. Lê belê bêxemîye em her bêjin û binhêr’in k’a ew çawa dik’şe û nefikirin, ku ew av, ew ç’em di nava salada kêmav dibe û dimiç’iqe.
    Li ser jîyandarîya zargotina k’urda du xet’erên mezin hene. Yek ji r’ewşa obêktîv p’eyda bûye. Ew girêdayîye: a) bi jihevk’etina çivaka gel ya patryarxal, û ya t’eyfa-eşîrîyê; b) bi bandûra jîyana nûjen (modêrn), bi bihêzbûna p’eywendîya û p’evgirêdana gund t’evî bajêr; c) zêdebûn û belabûna xwendewarîyê di nava çivakê; d) cîgirtina TV di jîyana gelda, û ya duda - ji r’ewşa sûbêktîv pêşda hatye: ew bindestbûna gele, ku li hine p’arçên K’urdistanê ziman û çanda k’urdî ji ber sîyaseta dewletên dacîrkire şovînî, hê-hê qedexene. Serda em zêde kin, ku di hine erda, r’ewşenbîrên gelên cînar stran û awazên gelê k’urd didizin, dikin milk’ê gelê xwe.
    Stran û awazên k’urdî, ku p’areke çanda gelêrîne û dibin p’areke giring ya zargotinê û ya êtnologyayê, eva bû çil salî zêdetir bûne bingeha xemxurya k’ar û jîyana min. Civandina awaz û stranên k’urdî pêşyê min pêk danî bi alîk’arîya bavê xwe Casimê Celîl, gava ew ji sala 1955-a bingeha r’adyo ya k’urdî danî û ji bona weşandinê dest bi civandina stran û awazên k’urdî kir. Li wê hênê ez xwandk’ara dibistana mûzîqayê bûm. Nû ez sekinîbûm ser r’îya şarezebûna notanivîsarê. Ji wê demê despêkirî bavê min armanc danî ber min, ez stran û awazên k’urdî bikim nota. Her r’o stran û awazên k’urdî ber guhê min bûn: yan bavê min fiqa xwe lêdixist, ya dengbêj û sazbend di mala meda prova xwe derbazdikirin, ku her’in r’adyoê û stûdyayêda stran û awazên k’urdî bavêjin ser şirît-qeyt’ana.

    Dema pêşin stran û awaz min ji dengbêj û sazbendên k’urdên sovêtê dinivîsîn. Yan ez diçûm gunda, yan ewana dihatin mala me. Bergeha stranvana fire bû, gava ji Sûryayê û ji Iraqê ermenîyên xerîbk’etî veger’yan Ermenistanê. P’ir’anîya wana xên ji zimanê k’urdî t’u zimanî nizanbûn. Ewana bi r’abûn, r’ûniştin, bi şayî-şînê xwe ji k’urdên K’urdistanê cuda nedibûn. Stran û awazên, ku me ji wana nivîsîn, goveka gêografiya belabûna stranên k’urdî ber me fire kirin.
    Di k’arê meda hêleke xurt destpê bû ji salên 80-î, gava r’ê ber me vebû seredana k’urdên Sûryayê bikin. Pêşyê, li sala 1982-a bi sê meha, paşê li sala 1985-a (dîsa bi sê meha) Celîlê Celîl çû K’urdistana p’arçê Sûryayê û t’evî civandina ç’îrok, ç’îvanoka, gotinên pêşîya, poêm û destana, gelek stran û awazên balk’êş bi xwer’a anî.
    Sala 1988-a ez t’evî birê xwe Celîlê Celîl r’êwîtîya zanistî pêk anî li Sûryayê. T’evî civandina strana ji nava k’urdên H’elebê, E’frînê, me bala xwe bi giranî da
    ser herêma Cizîrê: qeza Qamişluyê, T’irba Spîyê û Dêrikê, bi t’aybetî ser eşîra k’oçera.
    Eşîra k’oçera (k’oçerê mîra) eşîreke p’ir mezine. Sê milê wî li T’urkyayê li îraqê û li Sûryayê cî-war bûne. Milê Sûryayê eva îdî 40-50 sal heye, ku bi biryara
    dewleta Sûryayê erdnêşîn bûye û li ser ç;îyayê Qereçoxê di 30-40 gundada hêwirîye. E’şîra k’oçerê mîra p’ara vedibe li ser babika: 1. K’oçerê Mistefa-p’aşa, jêr’a digotin berk’eloya; 2. K’oçerê E’bdile’zîzê belî - jêr’a digotin sêniga.
    K’oçerê Mistefa-p’aşê, babikê wana evin: Ermedela, K’iziga, P’isaxa. Eşîrê ku di bin bandûra Mistefa-p’aşêda bûn, ev bûn: îsiga, Sêniga, Wareserî, ETîyoga,
    Berzerî.