Institut für Kurdologie - Wien

Buchladen


Stran û awazên kurdî (Benda 5, „Yêrêvan xeberdide“)

Kurdische Lieder und Melodien („Yêrêvan xeberdide“). Band 5
Jamila Jalil, Naza Jalil
151 Lieder und 9 Melodien mit Noten, 2 CD
324 S. Foto 5 S.
Wien – 2012
ISBN: 3-902185-09-0

Dieses Produkt ist derzeit ausverkauft und nicht verfügbar.

Artikelnummer: n. a. Kategorie:
  • Beschreibung
  • Beschreibung

    Stran û awazên kurdî / Kurdische Lieder und Melodien. Band 5 („Yêrêvan xeberdide“)

    PÊŞGOTIN
    35 sala ber xizmeta dengxana “Fonda zêrîn”

    Heger yek dixwaze gelê kurd nas bike, xu-xeysetê wîva bive nas, serederî ji dîrok û medenyata wî bike, divê berê pêş bi zargotina wî ya gelêrîye bêserobinva bibe nas. Zargotina kurda, mûzîka û dîlanên wî awqas kevnedîrokîne, çiqas kevnedîrokîye bi xwe gel.
    Gelê kurd bi ruh û jîyna xwe, welatê xweyî çîyayî - Kurdistanêva girêdayî bûye. Welat bi rêze çîyayên Zagrosê û Tavrosê (Torê) dagirtî bûye. Zagros wek mezmezk pişta wî mekin kirye, Tavros jî bûye kemera navkêlka wî. Çîya, zozan, tebyeta cinetî, ew kanîyên avilheyatî, ji ku gel ava herherê vexwarye, ruhê wîda deng dane, bûne awaz û stran, belayî nava gelî-geboza û çîyayên bilind bûne.
    Xaçatûr Abovyan, klasîkê edebyeta ermenîya, ronakbîrê navûdeng, gava ser kurda, ser ruhê kurda diaxive, bi heyr divêje: „Ewana gelekî sade, zelal kilama davên ser kewşanên xwe, çîya-banîya, şelala, kanî, kulîlk, çek-sîleha, ser hespên kihêl, efatya mêrxasa, bedewên xwe, heybeta wana, ev hemû çik nêzîkî his û têgihîştina wane, dinitrînin bi pesindayînê û dicedînin bi awaz-stranên şîrinva ev hemû hên jîyandar bînin ber çavan…“
    Û rastî jî stran, awaz, zargotina kurda bêhed û bêhijmarin. Reng û awazên wana awqas kaw û kamilin, wekî tune mînakek, ku rêwîyên xerîb, heger ewana zanyar bûne, mîssîonêr yan dîplomat, serokleşker yan rojnamegîr bûne, ser xweşikbûn û dewlemendya huner û çanda kurdaye gelêrî ya bi devkî bê heyrmayînê derbaz bûne.
    Stran û awazên kurda ji kûraya dewr û zemana hatine gihîştine me. Mor û şopa dîrokê ser wana mane. Dinênasîna kurda di nava zargotina wîda, nava sazbendî awazên wîda tê kivşê.

    Meriv bi saya gele strana dikare pêbihese, ka gelê kurd di nava dirêjaya dîrokêda çi rê qedandye, meşa wîye dîrokî çawa bûye, jîyana wî ya herrojî çi awayî derbaz bûye, xem û xîyalên wî çi bûne. Stranên kurdî tê bêjî ênsîklopêdîya jîyana gelin.Stran û awaz bona kurda rêberê jîyanê bûne. Berxvanê biçûk li çolê pîpîka xweye ji qamîsê çêkirî awazên kurdî lêdaye; şivanê pêz pê bilûra xwe kerî-sûrû birye ser avê, derxistye şevînê, gazî nêrîyê xwe kirye, wekî bide ber pêz û kerî vegerine ser kona; qîz û bûk li bindarûka, li bêrîyê, kewşena, çolê, dema kar û xebatê her strane, bendên evîndaryê, heyranoka sêwirandine; dayik zarokê xwe pê lûrya nazik razandine; dê, xûşk, dergîstî, jin, hemû xema dilê xwe, kesera kûr bona xerîbê xwe bi stranên xerîbyê kêm kirine. Gelo hebûne şayî, ku bê stranên evîndaryê û dîlana pêkhatine?
    Gelo hene bûyarên giring ji jîyana malbata, êl û eşîra, dîroka gel, ku bê stranên şerê mêrxasîyê û yên dîrokê mane, şîn bê stranê zelûlîyê derbazkirine, êşa birîna undakirinê pê kêm nekirine. Na!
    Giringya stran û awaza di jîyana her kurdekîda heta roja me jî dom dike. Bûyarên duhnapêr îdî bûne stran, stranê ser pêşmerga, gêrîla, ser şerên li çîya. Distrên nek tenê li welatê kurda, lê li hemûdera, li bajar, bajarok û gundên welatên xerîbyê, li Yêvropayê, Rûsyaê, Asyaê, Amêrîkaê, herdera li ku kurda hêwra xweya nû dîtine. Distrên û distrên…
    Stran û awazên kurdî pirin, mîna çemê pirav diherikin û têrê dikin, ku gelên cînarê kurda jî bê rawastan tîbûna xwe pê gencîna mûzîka kurdî bişkênin û bibin şirîkê hunera mûzîka me ya gelêrî.