Institut für Kurdologie - Wien

Buchladen


Stran û awazên kurdî (Hewraman). Benda 3

Stran û awazên kurdî (Hewraman). Benda 3 / Kurdische Lieder und Melodien (Hawraman). Band 3 Band 3
Jamila Jalil
Vorwort: Jamila Jalil.
157 Volkslieder und 15 instrumentale Melodien mit Noten, aus der Region Hawraman.
Herausgeber Institut für Kurdologie – Wien.
Deckel aus hartem Karton. 37 Farbfotos, 1 Karte.
Wien 2006. 256 S. Format: 20 x 29 cm.
ISBN 3–902185–03–1

Dieses Produkt ist derzeit ausverkauft und nicht verfügbar.

Artikelnummer: n. a. Kategorie:
  • Beschreibung
  • Beschreibung

    Stran û awazên kurdî (Hewraman). Benda 3 / Kurdische Lieder und Melodien (Hawraman). Band 3

    Hewraman

    Kurdistan li ser du mezmezkên çîya ava bûye. Hezaran sala berê du zincîrên çîya Zagrosê û Tavrosê (Tor) bûne binecîyê kamilbûna gelê kurd, bêşîka asê li ku kurd ji du êtnîk grûpa: meda û karduxa, wek ji dê û bavekê çê bûye, hatye dinê, nava sedan sala qedem girtye û navê kurdbûnê li ser ji nava dîroka çepel xilas bûye û gîhîştye sedsalya XXI.
    Çîyayê Zagrosê, wek çavkanîyên erebaya berê navlêkirine, jêra gotine Cebel, yanî welatê çîya, ji bakûrê, nêzîkî çîyayê Agrîyê despê dibe û tê, berî bighîja kendava Farisa, serê xwe beijêr dike û bilindaya xwe unda dike.
    Navenda Zagrosê pişt û kemera Kurdistanê bûye, ew xwe bi Tavrosêra bestye û li ser vê hevbendîyêda jî Kurdistan serê xwe rakirye, xemla xwe girtye. Ji bona împêratorya Mêda dorûbera Zagrosa navîn bûye payetext, bûye bingeha şaristanîya mezin û zengîn.
    Dewr û zeman hatine derbaz bûne, li Rohilata Nêzîk û Navîn çendik çend dewlet, împêratörî û gel hatine û çûne, hinek ji wana miho bûne, unda bûne, der dor reng û xemla xwe guhastye, lê Kurdistan û gelê kurd bi ziman, zarav, çand û çivaka xwe ji cîyê xwe neşihitîye, reng û banga xwe unda nekirye.
    Çîyayên asê gelê kurd di nava sîngê xweda pêçane û ji bahoza dîrokê lê muqate bûne, kirine, ku çand û tora kevnare, kelepûra kal û bavaye sedan sala, ser bingeha xweye kevn bimîne.
    Li Zagrosa navîn erdek heye, ku jêra divêjin Hewraman. Hewraman ji jor hetajêr bi sînorê ne sirûştî û xerîb li navbera îranê û îraqê hetye kerkirin, lê herdu par wek organîzmeke hevgirtî bi jîyana kultûrçivakî û aborî, hê jî, wek berê bi hevra bestîne. Parça Hewramanêyî, ku li ser erdê Kurdistana îraqêye, jêra divêjin Hewremana Lihon, parça ser erdê îranê jêra divêjin Hewramanî Text. Cînarê hewramanîya kurdên goran bûne, ardelanî û baban bûne, bingehên şaristanîyên bi nav û deng bûne. Ser jîyana van hersê cînaraye dîrok-çivakîda dewra Hewramanê xuya û mezin bûye. Hewraman ber xizmeta gorana, ardelanîya û babana rabûye, tevî bilindbûna şaristanîya wana têkil bûye, lê belê, pêra jî taybetmendîya jîyana xwe, çivaka xwe unda nekirye, xwe parastye û ji bona nivşên peyhatî maye wek erdekî mûzêyî û kevnedîrokî.
    Hewraman xudîyê jîyan û tora zengîne. îro ew wek xezîneke sedansalaye nixamtî zengînya xwe ber zanyara vekirye. Gelek zimanzan, arxêolog, sosîolog, êtnograf, mûzîkazan, dîroknas berê xwe dane li vê herêmê û lêkolînên xwe dikin.
    Baldarî li ser dîrok û çanda Emîreta Ardelanê, li ser zaravên goranî û hewramanî ji bona dîrokzana û zimanzana hê ji dawîya sedsalîya XIX û ji destpêka sedsalîya XX destpê dike.
    Zimanzanê almana Oskar Mann li salên 1904-1906, li Kurdistanê bingeha lêkolîna xwe kirye zarav-zimanê nezîkî hev: kandûlayî, hewramanî û bacalanî, Zimanzanên danîmarkî M.Bênêdîktsên û A.

    Kristensen, lêkolîna taybetî kirine ser zarawê awramanî (Pawe) û ancama karê wana li sala 1921 ê li Kopênhagênê bi zimanê firansî wek pirtûkeka ser bixwe çap bûye. Piştî şerê cihanêyî duda zimanzanê înglîs Makkenzî lêkolîna berfire dike ser zaravên kurda, bi taybetî disekine li ser zaravê Hewramanê, zêde-zêde li ser zarê xelqê gundê Nawsûdê.
    Dawîya sedsalîya XX û li destpêka sedsalîya XXI zimanzanê Sovêta berê û Rûssyayê, li bajarê Pêtêrsbûrgê bi çend berhemên nû û bi nirxgiran li ser zaravên Goranî û devoka wî Hewramanî zimanzanîya ser kurda dewlemend kirine.
    Edebyet li Emîreta Ardelanê, bi taybetî hilbest li herêma Hewramanê ji kevnedîrokê gelekî pêşketî û dewlemend bûye. Bi sedan destnivîsên hilbestvanên vê herêmê, li pirtûkxana malbatên xanedana, li xaneqayên gund û bajarên êmîreta Ardelanê, bi xemxurî û bi hizkirin hatine parastin.
    Cara pêşin Yêvropa li ser dewlemendîya edebyeta kurdî ser zaravê goranî ji nivîsarên Rich pêhesya.
    Destnivîsa pêşin wî li sala 1821 dîyaî pirtûkxana Mûzêya Brîtanîk kirye. Paşê hijmara destnivîsên ser zaravê goranî li wê mûzêyê dighîje şeşa.
    Li ser destnivîseke dîwana ji 39 hilbestvanên goranî, ku li hemen mûzêxanê dihate parastin, Son li sala 1921 wûtareke taybetî nivîsîye. Ew destnivîsa bi nirx pisporê destnivîsên kurdî Anwar Sultanî li sala 1998 Londonê weşand Destpêka nivîsandina bi zaravê goranî ji berî dîroka îslamê destpê dike. Ser zaravê goranî du destnivîsên kevne nirxgiran gihîştine destê me, yek bi navê “Merîfet, gorî Pîr Şalyarî Zerdeştî” ya duda “Serencam”-e, pirtûka pîroz ya kurdên ehlî heqq.
    Heger navê hilbestvanên ku ji sedsalya X despêkirî li ser zaravê goranî (hewramî) nivîsîne em bîr bînin ji sîî zêdetirin. Ser edebyeta kurdên goran û hewramanî lêkolînên zanyarîyê hatine kirin. Doktor Enwer Qadir Muhammed, ancama lêkolîna xwe bona têza doktoryê, ser hilbestvanê payeberz Mewlewî, bi rûsî li sala 2003 wesandîye, ser poêma Bîjan û Menîcê lêkolîna têza xwe ya doktoryê ava kirye lêkolînara rûs N.G. Safonova Melûme, edebyet, bi taybetî hilbestvanî, li ser wî erdî bingeh digre û gul vedide, li ku hunera gelêrî pir xurte û şaxvedayîye, li ku jîyan taybetîye, ne weke hemyane.
    Heger em ji bona gelê kurd bi giştî dikarin bêjin, ku ew xudîyê zargotina dewlemend bûye û hên ji wê zengînîyê diparêze, lê ji bona erdê Hewramanê, xelqê wê herêmê, divê bi taybetî bê gotin, ku ew erd bi jîyana romantîk, bi mûzîk û zargotina taybetî nixamtîye. Her zinarek, berwerek, kendalek, kanîk ewsûn û lêgêndeke, ew bi dîrokekêva girêdayîe. Dîrok bûye stran, awaz û di bîra nivşada maye zêndî.
    Mal û gund bi sedan û hezaran stran û awazava têr û dagirtîne. Wek ava kanîya, stran û awazên hewremanya li hemû dera dixulxulin, deng didin.
    Gava erdnîgara Hewramanê didî ber çave xwe, dibêjî, yarebî Xwedê, ev çîyana, ev gund û bajarana, ev merivên çîyayî, gelo ji çîrok û mîtologîya berêyî îranî derketine? Gelo ew jîyana sext û dijwar çiqas optîmîzm û evîndarî sêwirandîye, ku binelîyê Hewramanê dijwarîya jîyana xwe, xweşikya tabyeta xwe naxwazin bi tu cinetêva biguhêzin. Heger yek ji hewramanya ji çîyayên xwe dûr ketye, ew dîsa bi xem û xîyalên welatê xweva jîyaye, ew herro bi stranên xwe hişyar bûye, roja xwe buhurandye û bi wan stranava jî xew kirye. Tu dibînî, meşa hewremanya, hereketa wana, ew dîlanin, hêzin û evînin.