Institut für Kurdologie - Wien

Buchladen


Sêxiştîyên kurmancî (Xorasan)

Sechischti Kurmanji (Xorasan)
Von Jalile Jalil, Gule Schadkam
Herausgeber: Institut für Kurdologie – Wien
Wien 2012. 328 S. Foto 8 S.
ISBN 3-902185-21-X
Preis 20 €

Dieses Produkt ist derzeit ausverkauft und nicht verfügbar.

Artikelnummer: n. a. Kategorie:
  • Beschreibung
  • Beschreibung

    Sêxiştîyên kurmancî (Xorasan) / Kurmandschi Liebesgedichte (Xorasan)

    PÊŞGOTIN

    Xorasan diyaspora kurdaye here mezin û here kevne. Dîroka wê ji sedsalîyên berî zayînê despê dibe, ji dema împêratorya Mêda. Lêkolînên bingehî ser dîroka kurdên Xorasanê tunene, lê belê, bêşike, wekî Xorasan hên ji dema partevyan û sasanyan kurdnêm Şîn bûye. Çavkanîya here giring bona vê gotinê ew „Şah-nama“
    Fîrdûsîye. Fîrdûsî li Xorasanê, li bajarê Tûsê ji dayka xwe bûye û jîyana xwe li wêderê derbaz kirye. Temena nivîsandina „Şah-namê“ 1000 salî zêdetire. Şayîrê nav û deng di nivîsa xweda gava navê Rostemê kurê Zal hiltîne, gele cîyan ji wîra divê Rostemê kurd, di êposa Şahnamê - da navê kurd gele cîya rast pê tê. Hên zêde, hilbestvan hêja dîtye di nivîsa xweda ser dîroka pêşdahatina gelê kurd, ser dîroka qiralê xunxur Ajdahak û Kaweyê asenger bi taybetî bisekine. Evana delîlên bêşikin, ku Fîrdûsî li Tûsa Xorasanê kurda ji nêzîkayê naskirye û hilwesta wî ser wana gelekî erênî bûye.
    Xorasan li Rojhilat-Bakûrê Îranê, bi hezaran kîlomêtra ji binecîyê êtnosa kurda, ji Kurdistanê dûre. Dêportasya kurdan berbi Xorasanê bi mercên sîyasî yên dîroka Rohilata Navîn û Nêzîkva girêdayîye. Împêratorya Mêda (paşwextyê jî Îran) heger li Roavayê sînorê xwe bi rêzeçîyayên asê – Zagrosêva parastî bûye, lê sînorê Rohilatê, erdê bêçîya, ber hêrîşên tûranîyan: turk-sêlcuqa û teter-monxola yên hertimî vekirî bûye, ji ber vê sedemê metirsî bona ewlaya Îranê mezin bûye.
    Eşîrên kurdan li Zagrosê, wek yekaneyên leşkerî halhazir, bihêz û çeleng, timê bi serhildanên xweva bona şahên Îranê sedema serêşînê bûne. Cîguhastina wan eşîran berbi sînorê Rohilat-Bakûrê Îranê: Xorasanê bona dewletê du başya wê hebûye: alîkîva, kurdên koçberkirî ber hicûmên ji derva wê bi hêzên çekdarî rawestana, bibyana mertala asê û, bi alîyê dinêva, çalakîyên wane serhildanê, ji ber xwe, bi parastina cî-warên nû ji tûranyan, wê qels bibya. Ev sîyaseta duserî li Îranê himberî eşîrên kurdan heta sedsalîyên XVIII-XIX dom kirye, xurt bûye xasma li dema deshiletdarya Şah Îsmayîl, Şah Abbas û Nadîr-şah.
    Eşîrên kurda yên nûhatî li ser erdê xerîb, çol û çolistan, bê gûnd û bê bînayî, mecbûr bûne, bingeha xwe ya nû wek kela ava bikin, bi sîstêma jîyana nobegirtina çardewra hêwra xwe bi şev û bi roj: bîst û çar seheta biparêzin. Li nava axaftina kurdên Xorasanê peyva gund tune, kar naynin. Dewsa gund dibêjin kela.
    Hijmara kurdên Xorasanê îro ji mîlyon merivî derbas bûye, ewana dîsa dijîn bi ziman û çanda kal-bavê xwe. Gele eşîrên kurda, bona parastina yeketî-hevgirtina xwe ya çivakî û xuyatya xwe ya êtnîkî, jîyana sosyal-abûryêye berê berdewam kirine, xwe li ser jîyana koçberyê girtine û kurdbûna xwe pê parastine. Ji ber ku piranya kurdên Xorasanê kurmancîaxêv bûne, ji xwera gotine em kurmancin. Ew hilwest heta naka dom dike.

    Koçberkirina (dêportasya) kurdan berbi Xorasanê ji hemû herêmên Kurdistanê pêkhatye, him ji nava kurmanca, him ji nava sorana, hewramana û yên mayîn. Kurd mecbûr bûne jîyana xwe ser erdê nû berdewam bikin. Gelekê ji wana sal û zemana hisa roja vegerê di dilê xweda zêndî xwey kirine, û gava dem hatye, şahên zalim ji rûyê dîrokê rabûne, îja koçên kurdan xwe li rîya vegerê girtine. Hergê sirgûn, koçberkirin bi destê zorê bûye û koç anîne gîhandine ser erdê Xorasanê, lê dager, bi armanca dilê kurdan bûye û demeke dirêj kişandye. Berçevane, pareke mezin ji eşîrên kurda koçen xwe anîne gîhandine hêwra kal û bava, lê hinekên ji wana negihîştine warên xwe yên berê û li nîvê rê mane.
    Gava erdnîgarya Îranê datînî ber xwe û lê mêze dikî, şopa rîya dagêra piranya kurdan ber çavan xuya dibe. Delîlên dîrokêne ew gund û bajarokên kurdnêşîn, yên îro ser xerîtê bûne morikên rêzekê: ji binya gola Xezer tên diçin berbi Roavayê Îranê, berbi çîyayên Zagrosê. Bingeheke sekna koçên kurdaye mezin, ku eşîr di dagêrêda nîvê rê mane, ew herêma Qezwînêye. Heta naka jî li wê kurdên hêwirî kurdbuna xwe, xwehesîna êtnîkî unda nekirine.
    Dêmografya herêmên Xorasanê yên kurdnêşîn di nava sedsalên paşin gele hatye guhastin. Gorî nivîsên rêwî û lêkolînvanên yêwropî û rûs, li herêm û bajarên Bucnûrdê, Kûçanê, Şîrvanê û cîyên mayîn li sedsalya XIX kurd pirhijmar bûne. Îro kurd li wan bajaran kêmin.
    Bajar gelekî mezin bûne, dîfûzya hevbeşbûnê li navbera xelqê Îranê, pêşvaçûyîna têxnîkayê, êlêktronîkayê, jîyana şaristanî û hw., ev hemû bi tevayî hijmara kurdan û dewra zimanê kurdî kêm kirine. Ji ber tunebûna statûya zimanê kurdî ya xwendin û nivîsandinê, çivaka kurdî berbi zimanê farisî diçe.
    Zargotin û ziman bêtir di nava xelqên bi jîyana eşîryê û koçberyêva girêdayîda mane. Jîyana koçberyê îro weke berê nîne. Dewsa hespan motosîklêt kar tînin, dewsa ga û dewa, ku dem û zemanan bingeha barbirinên koçên giran bûne, îro traktorên dolab mezin girtine.