Institut für Kurdologie - Wien

Buchladen


Sîyahpûş. (Seyfulmuluk, Poêm)

Siyahpush. Seyfulmuluk. (Poem)
Jalile Jalil hat dieses Werk für die editio princeps vorbereitet.
Vorwort und Glossar (auf Kurmanci, in lateinischem Alphabet).
Zum Geleit Prof. Dr. Werner Seibt (auf Deutsch).
Vorwort Jalile Jalil, (auf Kurdisch).
Herausgeber Institut für Kurdologie – Wien.
Wien 2000. 328 S. Format: 15 x 21 cm.
ISBN 3–926522–21–6

Dieses Produkt ist derzeit ausverkauft und nicht verfügbar.

Artikelnummer: n. a. Kategorie:
  • Beschreibung
  • Beschreibung

    Sîyapûş / Seyfulmuluk (Poêm)

    Pêşgotin

    Lîteratûra kurdaye klasîk di rojên meda: li dawya sedsalîya XX û destpêka sedsalîya XXI derbazî li ser jîyandarîya nû bûye. îro dastan û dîwanên hilbestvanên kurd ji destnvîsên kevn û pizinî, ji hev ketî û ji tozê gewrbûyî bi destê rewşenbîrên kurd yên xemxur û zanyar jîyana nû distînin, têne bergirtin, dikevin ber çapê, dibin pirtûk û ji bona sedan sala dimînin wek milk û dewlemendîya çanda gel.
    Hilbestên Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyra, Ehmedê Xanî û yên mayîn li ser tîpên erebî, latînî û kîrîlî ne bi carekê, lê belê gelek caran çap bûne. Hinekê ji wana hatine wergerandin li ser zimanên gelên cînar û yêwropî.
    Iro ji bona çapkirina sêwrandinên hilbestvanên kurd li Kurdistanê, li Yêvropayê û li Rûsyayê rîya berfire vebûye. Di ancamêda li ser masa xwandevana bi dehan dîwan û dastanên klasîkên me hatine danîn. Xemxurî himberî kelepûra pêşîyan alîkarîyê dike, ku navê hilbestvanên heta naka nenaskirî, nivîsarên wana derên holê û goveka lîtêratûra kurdaye kevnedîrok dewlemend û diha bi xeml û rewş bibe.
    Yek ji wan hilbestvana, ku navê wî nû tê naskirin Sîyahpûşe, hunermendek, ku bi hunera xweye hilbestvanîyê steyrkeke ronake di goveka lîtêratûra kurdaye berfireda.
    Navê Sîyahpûş heta naka ji rewşenbîrên kurdara him nas bû û him jî nenas bû. Nas bû, ji ber ku navê wî di hine pirtûk û wûtarada, rex rêznavê hilbestvanên klasîkên kurda cama dihate bîranîn. Ne nas bû, ji ber ku heta vê paşwextîyê ji hilbestekê, yan jî ji xezeleke wî zêdetir tu tişt ji xwendevanên kurdra nas nebû, îşaretek û zanistîke berfire li ser jîyana wî û hozanvanîya wî li destê rewşenbîrên kurda tunebû.
    Vê paşwextîyê li ser Sîyahpûş bi çelengî tê behs kirin. Dastana wîye mezin bi navê „Seyfulmuluk“ hiltînin ser zar. Ew bi destnivîş derketye holê û hê çap nebûye. Çavpêketina pêşin bi vê dastanêra bandûreke xuya li ser zanyara hîşt. Balkêşîya mezin, ku dastan li bal xwandevana pêşda anî, bû rêber û bingeh, ku zanyar û pisporên lîtêratûra kurda Ebdurreqîb Yusif, Ebdurrehman Mizûrî, Reşo Zîlan, Enwerî Sultanî û yên mayîn bi wûtarên taybetî li ser Sîyahpûş di kovar û rojnameyên kurdîda pêşda bên, mînakan ji hilbestên wî çap bikin. Bi taybetîya zanîyarîyê li ser Sîyahpûş û li ser dastana wî „Seyfulmuluk“ cara pêşin sala 1991-ê Reşo Zîlan li ser rûpela kovara „Bergeh“ bi wûtareke giranbaha bi sernivîsa „Hilbestvanê kurd Sîyahpûşê nemir û destnivîsarek“, pêşda hat. Reşo Zîlan wûtara xwe li ser destnivîseke nû ya vê dastanê ava kiribû.
    Di bergeha nirxandina lîtêratûra kurdaye klasîkda Înstîtûta kurd ya Stambolê karekî hêja dimeşîne. Tevî civandina destnivîsên giranbaha, karkerên înstîtûtê bi alîkarîya zanayên lîtêratûra kurda, dest bi çapkirina van cewahira kirine. Berhemê vî karî îdî berçavane. Pîrozbayîke vî karî çapkirina pirtûka „Çend xezel û helbest“-ên Sîyahpûşe. Di vê pirtûkêda xezelên Sîyahpûş, çend hilbestên wî û du-sê parçeyên biçûk ji dastanê cî girtine.

    Ji wûtarên Ebdurreqîb Yûsuf, Reşo Zîlan û pirtûka Înstîtûta kurdî ya Stambolê tê femkirin, ku li ber destê van nivîsarvana mînakên destnivîsên dastana Sîyahpûş hebûne.
    Van salên dawîyê çar mînakên (kopîyên) destnivîsa dastana Sîyahpûş ketin destê min. Berhevdana van destnivîsa ber min rê vekir, ku karibim dastana „Seyfulmuluk“ ji bona çapkirinê kamil û zêndî bikim.
    Destnivîsa pêşin li sala 1992-a li Stambolê kete destê min. Ew destnivîs milkê camêrê hêja Mela Ehmed bû. Balkêşîya ziman û navaroka dastanê ji minra awqas mezin bû, ku min destxweda, hê li Stambolê, dest bi xwandin û vegerandina wê li ser tîpên latînî kir. Xudanê destnivîsê Mela Ehmed ji ber dijwarîya xwandina hine parçê nivîsarê yên kevnbûyî, alîkarê min bû, ku ez wî karî bi rûspîtî cî bînim. Di nava bîst rojanda min xwandin û nivîsandina vê destnivîsê ya destê pêşin serhevda anî. (Ji virhada: destnivîsa A)
    Hema li wê salê, bi vexwandina hine hevala, ez bi mêvanî çûm Kurdistana bakur. Xîyala min ew bû, ku li ser rîya xwe herim seredana gundê Qizilqulê (li qeza Dîgorê, ser wilayeta Qersê), gundê ku bavê min lê hatibû dinê û zarotîya xwe li wir derbaz kiribû, bibînim. Li ser rîya xwe berbi bajarê Patnosê, navenda qeza wîlayeta Agrîyê, bi pirspirsyara min destnivîseke dastana Sîyahpûşe nû jî dît. Ew destnivîs milkê şêxê qeza Dûtaxê bû. (Ji virhada: desnivîsa C)
    Piştî vegerê, li Stambolê hêja Feqî Husêyîn ji minra got, ku ewî li Titwanê destnivîseke „Seyfulmuluke“ kevn daye dastê xweşnivîsekî kurd û wî jêra ber girtye. Mînaka vê destnivîsa nû Feqî Husêyîn bi dilxweşî da min. (Ji virhada: destnivîsa B).
    Gava ez vegeryam Yêvropayê pêhesyam, ku destnivîseke „Seyfulmuluk“-ê li bîblîotêka Birîtanîyayê (li Londonê) tê parastin. Kopîya vê Destnivîsê bi alîkarîya hêja Enwerî Sultanî gihîşte destê min. (Ji virhada: destnivîsa D).
    Dêmek, ber destê min çar destnivîsê vê dastanê hebûn. Her destnivîseke dastanêda kêmanîyê cûrbicûr hebûn: yan rûpel jê kêmbûn, yan rûpel qelişîbûn, rexên belga şewitîbûn û h.w. Dastan bi giştî hewceyî berhevdana zanyarîyê bû, ku ji wan herçar mînaka mînakeke tam jê derketa. Ev herçar destnivîs bûn bingeh, ku ez karibim têksta „Seyfulmuluk“ bi şert û şirûtên zanyarîyê kamil bikim.
    Di vî karîda ji minra xuya bû, ku bingeha herçar destnivîsa yeke, destnivîseke û têda guhastinên mezin cî negirtine. Cudatî ku di navbera van destnivîsanda hebû min yek bi yek îşaret kir û lîsta wê di para berhevdanêda, pey têksta dastanê, cîwar kirye. Ji hev dûrketin di nava van destnivîsada çend rengin: kurtkirina mîkanîkî, undakirina rûpela, peyvguhastin, cudatîya şêwê nivîsara peyva, cîguhastina peyva û beyta û h.w.
    Ji bona çapkirinê min destnivîsa A bingeh girtye, ji ber ku ew di nava herçar destnivîsada ya here kamil û kevne.