Înstîtûta Kurdzanîyê-Wien (ÎKW) dest bi çapkirina zincîra

Zargotina kurda ji 25 benda kirye

photo_2020-09-29_22-00-48

Tomarkirina zargotina kurda ya ênsîklopêdîk bingeha xwe ser berevoka pir mezin ji mîrata çanda gelê kurde bi zar digre.
Xudanê vî karîne: Prof. Dr. Ordîxanê Celîl edebyetzan; Prof. Dr. Celîlê Celîl dîrokzan, êtnolog; Cemîla Celîl komponîst, mûzîkzan-êtnolog; Zîna Celîl werger, pispora edebyetê – yên şêstî salî zêdetir ji jîyana xwe veqetandine û dîyarî karê
berevkirin û lêkolîna gencîna gelê kurd kirine.
Zincîra 25 bendan bi seredana li hemû parçeyên Kurdistanê (Turkya, Îran-Xorasan, Îraq û Sûrya); Pişkavkazyayê:Ermenistanê û Gurcistanê;her usa jî li Asya Navîn: Qazaxistanê û Kîrgîzstanê pêk hatye.
Derskirina 25 bendan ser janrane: poêmên êpîk, dastan, stranên dîrokî, yên evîndarîyê, şînê, qewl û beytên êzdîyan, dewrêşok, rostemî, cengname, çîrok, çîvanok, qelîbotk,hûmor û anekdot, gotinên pêşîyan, biwêj û îdêom, nifrîn û dirozge, têderxistinok, stranên kar û xebatê, yên dewatê û yên mayin.

Mêtodologîya zanistî bona amadekirina berevokê, derskirina (kilasîfîkasya) berhemên devkî, hijmara şaxa û parastina taybetmendya devokên kurmancî, berevok kirine çavkanîya giring bona zanyarîyê.
Ji her bendeke vê zincîrêra pêşgotineke zanistî heye; stranara, bi taybetî ji stranên govend û dîlankîyara notanivîsandin heye; bervedana berfire, bîblîografîya rengê ênsîklopêdîyaê didine weşanê.
Di her pirtûkekêda foto-nîgar, erdnîgarî û navrêzkên peyvên bîyanî û kêm nas hene.

Order bi rêya “Înstîtûta Kurdolojîyê”ê kirin.“

Tel: 0043/2773 42 555 oder 0043/676 793 73 74, e-mail: birgitcerha[at]yahoo.de

Preis: Euro 30.– (Versand Euro 10.–);

Bikaranîna peywendiyên bankî bi pêşdeve, Konto: Iban: AT07 3266 7000 0121 2323